Wezareta tengaviyên Rûsî dibêje 38 kes birîndar bûn di teqîna bingeheke TNTê de.
Teqîn îro Şemiyê bû li Dzerzhinsk a ku 400 kîlometir li rojhilatê Mosko ya paytext e û Sedema teqînê ta amadekirina vê raportê hîn ne diyar e.
Wezaretê got çar kes ji birîndaran di rewşeke tenduristî ya xerab de ne.
Ajansa Interfax a nûçeyan ji ser zimanê desthilatdarên xwecihî ragihand ku teqînê pencereyên 200 rûniştvanên derdorê şikandin.
Cîgirê parêzerê herêmê ku Dzerzhinskê jî nedihewîne, berî demekê li ser tilfizyona dewletê gotibû 2 kes di teqînê de winda ne lê piştre got ew agahî nehatine piştrastkirin.