Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya bi Dronan Êrîşî Paytexta Ukrayna Dike


Dronek nêzîkî Kyîvê dibe. Cotmeh, 17, 2022.
Dronek nêzîkî Kyîvê dibe. Cotmeh, 17, 2022.

Rûsya, wek beşek ji kempeyna êrîşê, îro Duşemê bi hejmareke dronên bombebarkirî li Kîevê û derdora wê xist.

Karbidestên Ukraynî dibêjin ku Rûsya dronên Îranê yên bi navê Şahid bi kar tîne. Rûsya van dronan bi kar tîne jiber ku ew bi mebest bi armancên xwe ve diteqin.

“Dijmin bi şev û roj gelê sivîl ditirsîne. Dronên kamikaze û mûşek êrîşî hemû Ukraynayê dikin. Dijmin dikare êrîşî bajarên me bike, lê ew nikare me bişikîne,” Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy li ser Telegram got.

Bajarvanê Kyîvê Vitali Klichko jî got ku di nav taxên armanckirî de devera Shevchenko ya navenda bajêr jî heye. Ev tax hefteya borî jî rastî êrîşên mûşekî yên Rûsyayê hatibû.

Klichko da zanîn ku di encama êrîşên roja Duşemê de bi kêmî ve kesek hate kuştin û çend avahîyên sivîlan jî zîyan dîtin û herwiha agir bi avahîyeke ne sivîlan ket.

Karbidestê Ukraynî got ku karkerên rizgarkirinê 18 kes ji nav avahîyên wêranbûyî derxistin û du jî hîn di bin de asê mane.

XS
SM
MD
LG