Wezîrên derve yên Rûsya û Îranê roja Yekşemê banga agirbestê li Gazayê kir û got ku divê alîkariya lezgîn ji bo xelkê sivîl li wir bê kirin.
Rûsyayê ragihand ku wezîrê derve Sergey Lavrov li ser daxwaza Tehranê bi wezîrê derve yê Îranê Huseyîn Amîrabdollahiyan re axivî.
Wezareta derve ya Rûsyayê got: "Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser rewşa heyî ya li herêma pevçûna Filistîn û Îsraîlê."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Di derbarê pevçûnên çekdarî yên li Kerta Gazayê de, nîgeraniya giştî hat derbirîn.Teqezî li ser pêwîstiya agirbesteke zû û alîkariya bilez ji xelkê sivîl ên ku ziyan dîtine re hat kirin."
Rûsiya ku peywendî li gel Îran, Hamas, hêzên mezin ên Ereb û her wiha bi Filistîniyan û bi Israîlê hene, gelek caran Amerîka û welatên rojava bi paşguhxistina hewcedariya dewleteke serbixwe ya Filistînî di nav sînorên sala 1967an de, tawanbar kiriye.
Îsraîl dest bi êrîşan kir, piştî êrîşa grûpa çekdar Hamasê di 7ê Cotmehê de li hundirê Îsraîlê.
Çavkanî: Reuters