Karbidestên leşkerî yên Rûsya û Îranê danûstandinên ser hevkarîyê didomînin.
Interfax’ê îro Çarşemê ragihand ku cîgirê wezîrê berevanî yê Rûsya û fermandarekî payabilind yê hêzên Îranî kom bûne.
Medyaya dewletê ya Rûsya dîyar kir ku şandeya leşkerî ya Îranê pêr Duşemê derbazî Moskow ya paytext bûye.
Moskow û Tehran bi toleyên dewletên Rojavayî re rûbirû mane û peywendîyên wan ji şerê Rûsya û Ukrayna vir ve pêşve çûne.
Dewletên Rojavayî dibêjin ku Îranê dron firotine Rûsya, lê Tehran vê red dike.
Di rojên borî de Rojnameya Financial Times ya Brîtanî dîyar kiribû ku Amerîka zextê li Îranê dike ku dronan nefirişe Rûsya.