Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Careka din Îsraîlî bi Xistina Firoka Rûsî li Sûriyê Tawanbar Dike


Wezareta berevaniya Rûsya careke din Îsraîl bi xistina firoka şer a Rûsî li Sûriyê tawanbar kir.

Hêzên hikûmeta Sûriyê roja Duşemê bi şaşî Firoka Rûsî xist û di encamê de hemî 15 kesên li ser pişta wê hatin kuştin.

Di destpêkê de leşkerê Rûsî Îsraîl tawanbar kir bi xistina firokê, lê piştre serokê Rûsya Vladimir Putin ev girjî hinekî kêm kir û ew wek rûdaneke “nîrên karesat û kujer” binav kir.

Wezareta berevanya Rûsya îro Yekşemê got firokeka Îsraîlî, ku demeke kurt berî ketina firoka Rûsî li esmanê Sûriyê difiriya, bi mebest firoka Rûsî wek mertal ji xwe re bikar anî.

Peyvdarê wezaretê general Igor Konashenkov dibêje kiryara firokvanê Îsraîlê nîşan dide ku ew "an ne profîşonal e an jî xemsariyeke gunehkarî ye."

XS
SM
MD
LG