Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bang Li NATOyê Kir Ku Di Lûtkeyê De Bingeha Navokî Ya Ukraynayê Gotûbêj Bike


Berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova
Berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

Berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova roja Yekşemê got ku rêberên hevpeymaniya berevaniyê ya NATO ya bi pêşengiya Amerîka divê di lûtkeya xwe ya vê hefteyê de bingeha navokî ya Zaporizhzhia ya Ukraynayê gotûbêj bikin.

Serkirdeyên NATOyê dê di 11-12ê Tîrmehê de li Vilniusê bicivin da ku behsa gelek mijaran bikin, ji dabeşbûna li ser daxwaza endamtiya Ukraynayê û endamtiya Swêdê bigir ta zêdekirina embarkirina cebilxane û pêdaçûna yekem planên berevaniyê yên di dehsalan de.

Zaxarova ku Ukrayna bi "gihandina sîstematîk a ziyanê" bo bingeha navokî ya Zaporizhzhia sûcdar kir, got ku "Di civîna bilind a NATOyê de divê bala sereke li ser wê were dayîn."

Zaxarova li ser Telegramê got, "dawiya dawî, piraniya endamên hevalbendiyê dê li devera bandora rasterast bin" (eger tiştek li bingehê biqewime).

Vilnius bi qasî 1,000 kîlometreyan (620 mîl) dûrî bingeha navokî ye, ku mezintirîn bingeha Ewropayê ye.

Rûsya û Ukraynayê hevdu tawanbar dikin ku plan dikin êrîşî bingehê bikin, ku li herêma Zaporizhzhia ya Ukraynayê ye, li nêzîkî xeta pêşîn a şerê Rûsya û Ukraynayê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bi rojan li ser gefa giran a li ser bingehê hişyarî da, herî dawî jî got ku hêzên Rûsî banê gelek reaktoran mayin kirine.

Pisporên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê ku li bingehê ne, diyar kirin ku wan hîn ti nîşanek li ser mayîn û teqemeniyan li wir nedîtiye, lê ji bo piştrastbûnê jî pêwîstiya wan bi gihîştina zêdetir heye.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG