Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Welatên NATO li Ukrayna Alîgirê Şer In


Sekreterê Konseya Ewlekarîyê ya Rûsya Nikolay Patrushev dîyar kir ku welatên NATO alîgirê şerê li Ukrayna ne.

Patrushev di rojameya Rossiyskaya Gazeta ya hikûmeta Rûsya dîyar kir ku kiryarên welatên NATO nîşan didin ku ew di şer de ne.

‘’Wan Ukrayna kirin kampeke mezin ya leşkerî. Ji leşkerên Ukrayna re çek û cebilxane dişînin.’’

Patrushev dîyar kir ku welatên NATO bi dayîna îstixbaratên bo Ukrayna jî alîgirên şer in.

Patrushev rêvebirê berê yê Servîsa Ewlekarî ya Navxweyî (FSB) e û ew ji derdora Serokê Rûsya Vladimir Putin bi tundbûna xwe tê nasîn.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG