Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Aleksander Gurshko îro Pêncşemê got ku peywendîyên Rûsya û NATO xirab dibin, lê nîyeta Moskowê tuneye ku dewleteke wê hevpeymanîyê re şer bike.
Grushko, ser salvegera 75’an ya avabûna NATO, ji ajansa dewletê ya Rûsî, RIA re dîyar kir ku peywendî bi zanabûn têne xirab kirin.
Wî got ku kanalên dîyalogê yên Moskow û hevpeymanîyê bi destê Washington û Bruksel ketiye asta krîtîk.
‘’Bloka leşkerî jibo şerekî eşkere ya dijî Rûsya hazir e? Divê em vê yekê ji endamên NATO bipirsin. Di her halî de, ti xwesteke me ya wisa bi endamên hevpeymanîyê re tuneye.’’
Serokê Rûsya Vladimir Putin sala 2022’an dest bi dagirkirina Ukrayna kir ku Moskow dibêje ew dixwaze rê li ber berfirehbûna şopên lingên NATO yên li nêzî Rûsya bigire.
Lê, jiber şerê Rûsya û Ukrayna, Fînlandîya û Swêd bûn endamên NATO û hevpeymanî bi 32 endaman hîn xurt bû.
NATO dîyar dike ew dijî êrîşvanîya Rûsya piştgirî dide têkoşîna Ukrayna û çek, perwerde û îstixbaratê dide Kîevê.
Rûsya dîyar dike ku NATO bi wan kiryarên xwe dibe hêleke şer.
Putin meha Sibatê dîyar kiribû ku şerê rastexwe yê Rûsya û NATO wê rê li ber Şerê Cîhanê ya Sisêyan veke.
Jêder: Reuters