Dozgerên Rûsî îro Pêncşemê jibo muxalîfê Kremlînê Alexei Navalny 20 sal cezayê girtîgehê xwestin.
Navalny li dadgehê di rûniştina dawî de ser şerê li Ukrayna gotibû ku bê wate ye û ew şermezar kiribû.
Doza Navalny li şerê Rûsya û Ukrayna rast tê ku Kremlînê dijî ewên li hember şer disekinin zextan berfireh dike ku hinekên wan sirgûn in û hinek jî li girtîgehê ne.
Çaverê ye encama doza Navalny, ku yek ji muxalîfên li pêş yên dijî Serokê Rûsya Vladimir Putin e, 4’ê Tebaxê were ragihandin.
Bi biryara dozgeran re, Yekîtîya Ewrupa (YE) rêvebirê girtîgeha Navalny têde xist lîsteya toleyan.
Jêder: Navalny