Wezîrê Berevanîyê yê Rûsyayê Sergei Shoigu îro Sêşemê ragihand ku ew dê pêşvebirina çekên navokî yên sêqolî bidomînin.
Shoigu dîyar kir ku muşekên balîstîk, keştîyên jêrderyayî û bombeavêjên stratejîk bo serwerîya wan garantîyê çêdikin.
‘’Emê pêşvebirina çekên navokî yên sêqolî bidomînin û hazirîya wan ya bo şer biparêzin.’’ Shoigu got.
Wî dîyar kir ku ew çek dibin garantorên serekî yên serwerî û yekparçebûna axa Rûsyayê.
Wezîrê Rûsyayê got ku ewê kanînên xwe yên esmanî jî zêde bikin ku yek ji wan armancan pêşdebirina firokên bêpîlot e.
Jêder: Reuters