Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Hezar Rûsî Xwepêşandanê li Dijî Putin Dikin


Xwepêşandana roja Sêşemê li Moskow.

Bi dehan hezar welatîyên Rûsyayê roja Sêşemê di xwepêşandaneke mezin beşdar bûn li dijî serokatîya Vladimir Putin, herçende karbidestên Rûsî bersîngê rêberên xwepêşandanê digirin.

Ev cara yekemîn e opozisyona Rûsî xwepêşandanê rêk bixe piştî birêz Putin li roja 7’ê Gulanê dîsa wek serok dest bikar bû.

Rêberê opozisyonê Sergey Udaltsov dibêje ku 100,000 kes di wê xwepêşandanê de beşdar in, lê belê polîsê Rûsî radigihîne ku hejmara beşdarbûyan 18,000 kes e.

Peyamnêrê Dengê Amerîka li Moskow dibêje ku bi dehan hezar kes ji komelên sîyasî yên cûda yên niştîmanî, komûnîst û lîbral di wê xwepêşandanê de amade bûn. Peyamnêrê VOA herwiha radigihîne ku bi hezaran polîs jî li cihê xwepêşandanê amade bûn, ku xwepêşandaneke bi moleta hikûmetê bû.

XS
SM
MD
LG