Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Kesyatiyên Opozisyona Rûsya Berî Xwepêşandanên Mosko Têne Girtin


Polîsê Rûsya bi jimarên berbiçav li pêş nivîsîngeha şaredarê Mosko amade bûn berî xwepêşandanan û jimarek kesayetiyên opozisyonê hatine girtin.

Xwepêşandanên bê rêdan ên Şemiyê hatine pilankirin ji bo protestokirina biryara desthilatadaran ku nahêlin jimarek kesayetiyên opoziyonê beşdarî hilbijartinên encûmena bajêr bibin. Hilbijartin meha Êlûnê bi rêve diçin.

Biryara desthilatdaran bû sedema gurbûna jimarek xwepêşandan vê mehê.

Alexei Navalny, serkirdeyê opozisyonê banga xwepêşandanên Şemiyê kiribû û gotibû wê xwepêşandan berdewam bin heta ku rê ji bo kandîdbûna wan kesayetiyan bê dayîn.

Navalny roja Çarşemê hate girtin bo 30 rojî ji bo bangkirina xwepêşandanên bê rêdan.

Ivan Zhdanov, alîkarê Navalny got ku ew hatibû girtin. Endamê serkirde yê opozisyonê Ilya Yashin jî hatiye girtin.

XS
SM
MD
LG