Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Rûsya Dê Karibe Beramberiya Çekên ku ji Deng Bezatir in Bike


Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Yekşemê got nêzîk dê welatê wî karibe Beramberiya çekên ji deng bezatir ên welatên din bike û Mosko di pêş Amerîka de ye di warê pêşxistina cûreyên nû yên çekan de.

Çekên ku ji deng bezatir in, bi awayekî nermtir ji mûşekên balistî ber bi armancên xwe ve diçin û pêşbîniya wan nayê kirin.

Waşinton û Moskow şiyanên xwe yên berevaniyê berferh dikine, piştî têkçûna rêkeftinên girêdayî kontrolkirina çekan û xerabûna pêwendiyên Rûsya li gel welatên Rojava.

Rûsya sala borî yekem cûre mûşekên xwe yên ku şiyanên navokî hene û ji deng bezatir in belav kir, di demekê de ku Amerîka hewl dide îsal şiyanên xwe di vê derbarê de belav bike.

Ajansa nûçeyan RIA ji ser zimanê Putin ragihand ku gotiye:

“Diyar e, heta ku welatên serkirde yên cîhanê çekên ji deng bezatir çê bikin, me dê alavên rûbirûbûna wan çekan hebin.”

Di demekê de ku Rûsya û Amerîka bi giştî heman hejmarên çekên navokî hene, Putin got Mosko di warê pêşxistina çekan de, di pêş de ye.

XS
SM
MD
LG