Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ew Mîsyona Xwe ya NATO'yê Radiwestîne


Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Rûsya.
Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Rûsya.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro Duşemê ragihand ku welatê wî mîsyona xwe ya li NATO’yê radiwestîne.

Lavrov got ku ev gav bersiv e hember derkirina heşt endamên tîma mîsyona Rûsya ji NATO’yê hefteya borî.

NATO gotibû ew heşt kes bi dizî wekî efserên zanyarî li nav NATO’yê dixebitîn û ev jî egera derkirina wan bû.

Wezîrê derve yê Rûsyayê herwiha ragihand ku ofîsên peywendî û agahîyan yên NATO li Moskoyê dê werin girtin.

“Di encama van gavên NATO yên bi mebest de, me ti merc jibo karê diplomasî nîne û wekî bersiv jibo van kiryarên NATO'yê em karê mîsyona xwe ya herdem li NATOyê radiwestînin, di nav de jî karê şandîyê leşkerî, dibe ku ji yekê Novemberê destpêk bike, yan jî belkî çend rojên din wext bistîne,” Lavrov got.

Wî herwiha da zanîn ku têkilî di navbera Mosko û NATO dikare bi rîya balyozxaneya Rûsya li Belcîkayê were kirin.

XS
SM
MD
LG