Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsiya Gefan Dijî Rêkxistîya Qedexe Kirina Çekê Kîmyawî dike


Rûsiya û welatên Rojava xwe amade dikin bo hevrikîyeka din, lidema kombûna salane ya rêkxistîya qedexe kirina bikar anina çekê kîmyawî, lidema lêkolerên rêkxistîyê xwe amade dikin bo diyar kirina berpisyarên êrîşên kimîyawî yên Sûrîye.

Kombûn bi merema lihevhatînye liser boca salane ya rêkxistîyê ye ko biryare li roja Dûşembî heta roja Înyê berdewam be.

Rûsiya gefan dike bi rêgirî kirina deng danê liser boca sala 2020 ya rêkxistîyê eger beşeka bocê bo lêkolinên liser bikaranina çekê kîmyawî be.

Herçende Amerîka û Frensa û Berîtaniya dikarn diravê rêkxistîyê misoger bikin lê rêgirîya Rûsiya wê bandoreka mezin liser karê rêkxistîyê hebe.

XS
SM
MD
LG