Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Hikûmeta Sûriyê Navçeyên Xistî Bin Destê Xwe Duqat Kirin e


Wezîrê Berevaniya Rûsya Sergei Shoigu
Wezîrê Berevaniya Rûsya Sergei Shoigu

Wezîrê Berevaniya Rûsya Sergei Shoigu dibêje hikûmeta Sûriyê rûbera navçeyên xistî bin kontrola xwe du car û nîvan zêdekiriye tenê di du mehan de.

Shoigu ev yek îro Yekşemê anî ziman di axaftinekê de li gel tilfizyona dewletê, Rûsya 24, ku têde her wiha pêşbîniya dawiya şer kir li dijî gurûpa Dewleta Îslamî, Daişê.

Shoigu got rizgarkirina bajarê Dêr el-Zor li ser çemê Ferêt, ku di bin destê Daiş de ye” dê gelek tiştan bêje, eger ne hemî, li dor dawiya şerê gurûpa Dewleta Îslamî.”

Rûsya hevalbenda nêzîk a rêjîma Sûrî ye û ji sala 2015an ve piştgiriya esmanî ji hêzên alîgirên hikûmetê re dabîn dike.

Gurûpa Daiş, di bin fişara hêzên ku piştgiriya welatên rojava werdigrin de, navçeyên berfereh di van mehên dawî de ji dest dan e.

XS
SM
MD
LG