Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Tirkiyê Dîsa Rastî Tundûtijiya Idlibê Dibin


Mosko û Anqera careke din rastî gurbûna tundûtijiyê dibine li parêzgeha Idlibê, ku hewlên wan ên hevrêziyê dixine bin metirsiya têkçûnê.

Operasyoneke berfereh ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve renge kirîzeke mirovahî ya bê hempa derxe pêş ku bandorê bide ser 3 milyon kesên li wir dimînin.

Tirkiyê ku berê mêvandariya bêhtirî 3 milyon penaberên Sûrî dike, ew rastî fişareke mezin dibe ji aliyê Sûriyê, Îran û Rûsya ve ku sozên xwe pêk bîne û gurûpên çekdar li Idlibê kontrol bike.

Lê Tirkiyê jî dixwaze Rûsya hêzên serokê Sûriyê Beşar Esed ragire da ku koçberiyeke mezin a din ji wir ber bi Tirkiyê de nebe.

Şîrovekar dibêjin serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û yê Rûsya Vladimir Putin dixwazin hevrêziyê bikin da piştrast bikin ku ziyan negihe berjewendiyên wan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, got bêhtirî 291 sivîl û 369 çekdar hatine kuştin ji roja 30ê meha Nîsanê ve. di heman demê de 269 serbazên hikûmetê û 22 sivîl li herêmên bin destê hikûmetê bi agir û topên opozisyonê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG