Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Navbeykarîya Xanima Yekem Agirbesta Oleshky ya Ukraynayê Tê Cîbicîkirin

Di vê wêneyê de ku di 30ê Cotmeha 2026'an de li kanala fermî ya Telegramê ya siyasetmedarê Ukraynayî David Arakhamia hatiye parvekirin, niştecihên xwecihî li bajarokê Oleshky piştî dagirkeriya Rûsya û Ukraynayê de, li kêleka basan kom bûne.
Di vê wêneyê de ku di 30ê Cotmeha 2026'an de li kanala fermî ya Telegramê ya siyasetmedarê Ukraynayî David Arakhamia hatiye parvekirin, niştecihên xwecihî li bajarokê Oleshky piştî dagirkeriya Rûsya û Ukraynayê de, li kêleka basan kom bûne.

Berpirsên Rûsya û Ukraynayê ragihand ku roja Înê, ji bo niştecihên bajarokekî li başûrê Ukraynayê ku di bin kontrola Rûsyayê de ye, xwarin û pêdivîyên pizîşkî hatin şandin; her wiha destûr ji bo rûniştvanan hatiye dayîn ku ji bajêr derkevin, eger bixwazin.

Operasyona alîkarîyê ya ji bo bajarokê Oleshky, bi saya agirbesteke ku bi navbeynkarîya Xanima Yekem a Amerîkayê Melania Trump, pêk hat.

Ev mînaka herî berbiçav a hevkarîya di navbera herdu alîyan de ye; alîyên ku ev çar sal û heşt meh in di şer de ne – şerê herî kujer ê li Ewropayê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn.

Roja Pêncşemê, di êrîşeke dronên Rûsyayê de li ser îstgeheke qelebalix a trênê li bajarê Dnipro yê Ukraynayê, herî kêm 14 kes hatin kuştin.

Berpirsên xwecihî û yên Moskoyê roja Înê ragihand ku wan binesazîya enerjîyê ya li Kîevê û derdora wê, herêma Dnipro, bingehên benderê yên li herêma Odesayê û keştîyên barhilgir ên ku tê îdiakirin ji alîyê artêşê ve hatine bikaranîn, kirine armanc.

Li Oleshky, Komîsera Mafên Mirovan a Rûsyayê Yana Lantratova û hevtayê wê yê Ukraynayî Dmytro Lubinets roja Înê bi hev re derketin pêşberî rojnamevanan da ku derbarê vê mîsyonê de agahiyan bidin.

Lantratova got, "Alîkarî li gorî pêdivîyên taybet ên ku ji me re hatine ragihandin hatiye amadekirin; di nav de jî xwarin, kelûpelên paqijiyê, pêdivîyên pizîşkî yên bingehîn û sotemenî."

Lubinets jî diyar kir ku her kesê ku pêdivîya wî bi alîkarîyê hebe dê alîkarîyê werbigire, di nav de kesên ku dixwazin ji bajêr derkevin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG