Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Rûsyayê Agirbesta Enerjîyê Binpê Kir

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskyy îro Duşemê got ku Rûsya agirbesta li sektora enerjîyê ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû binpê dike. Wî daxwaz kir ku Washington destwerdanê bike da ku Mosko rêzê li vê agirbestê bigire.

Zelenskî di konferansek ewlehîyê de ku bi rêya internetê li Warsoyê hate lidarxistin de got, Rûsya agirbesta li sektora enerjîyê ya ku Serok Trump ragihandibû gelek caran binpê kiriye.

Wî herwiha got ku ew bi rêya medyayê haydar bûye li ser peymana agirbestê û ew li benda hûrguliyên şertên ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de hatine pejirandin in.

Zelenskyy di dawîyê de got, ev agirbesta li sektora enerjîyê dikare serkeftî be û bibe gaveke mezin ber bi dawîkirina şer ve, heger Amerîkî bi rastî niha destwerdanê bikin û piştrast bikin ku Rûs rêzê li wê digire.

Zelenskyy dîsan hişyarî da ku astengkirina hinardekirina genim ji alîyê Rûsyayê ve dikare bibe sedema krîzeke xwarinê li gelek welatan, bi taybetî li Afrîkayê, hin welatên Asyayê û Rojhilata Navîn.

Wî destnîşan kir ku di gotûbêjên heyî de bal zêdetir li ser sotemenîyê ye, lê girîngîya genim û metirsîya kêmbûna xwarinê tên paşguhkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG