Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên G7 Li Dijî Rûsyayê Ser Ambargoyên Aborî Yên Nû Pêkhatin


Koma Heft welatên pîşesazî roja Pêncşemê ambargoyên nû li ser Rûsyayê sepandin piştî "hovîtîyên dirindane yên hêzên çekdar yên Rûsî" li dijî sivîlan li Ukraynayê.


Rêberên G7 di daxuyaniyekê de got ku ew pêkhatine ku "veberhênanên nû di beşên sereke yên aboriya Rûsyayê da, di nav wan de sektora enerjiyê" qedexe bikin, ligel berfirehkirina qedexeyên hinardekirinê li ser hinek kelûpelan û peytkirina pêçekên li ser bankên Rûsî û kompanîyên dewletî.


Wan her wiha soz da ku kampanyaya xwe xurtir bikin li dijî elîtan û endamên malbatên wan yên ku piştgirî didin Serok Putinî di hewildanên wî yên şerî da.

XS
SM
MD
LG