Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Psaki Dibêje Rûsya li Ukraynayê Têk Çûye


Berdevka Qesra Spî Jen Psaki got ku Rûsyayê di rewşa heyî de şerê Ukraynayê hinda kirîye û di armancên xwe da têk çûye."ç

"Putin dixwest ku NATOyê parçe bike, Rojavayê parçe bike, l ê dîyar e ku ew yek pêk nehat. Emê her tiştê ku ji destê me tê bikin ku alîkarîya Ukraynayê bikin û serwerî û yekparçebûna axa wê biparêzin.”

Wê got ku ewê herwiha hewil bidin ku destê Ukraynîyan li meydana şer û li ser maseya gotûbêjan bi hêz bikin.

Li alîyê din, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ve roja Çarşemê got ku welatê wî nikare rêketinekê bi Moskowê re qebûl bike ku rê bide leşkerên Rûsî li herêmên dagîrkirî bimînin.

Zelenskyy bo beşdarên Civîna Civata Rêvebiran ya Wall Street Journal axifî û got ku di qonaxa yekê ya şer de hêzên Ukraynî êrîşa Rûsan rawestandiye.

“Di qonaxa duyê de Ukrayna wê leşkerên Rûsyayê ji axa xwe derxîne û di qonaxa sêyê de jî wê bi tevahî yekparçebûna axa xwe pêk bîne,” Zelenskyy got.

Wî dîyar kir ku 344 kes li bajarê Mariupol û derdora wê hatine derxistin ku ev ji bilî zêdetirî 150 kesan e ku serê vê hefteyê ji sItargehên li binê kargeha pola ya bajarî hatibûn derxistin.

Zelenskyy herwiha got ku ew hewl didin ku jibo rizgarkirina kesên ku li Azovstal mane bigihin rêketinekê, ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Zelenskyy got ku artêşa Rûsyayê pirtir mûşek avêtine hejmarek bajarên Ukraynî yên wek Dnipro, Mykolaiv, Odesa, Zaporizhzhia, û bajarên Donbas û herêmên din.

XS
SM
MD
LG