Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Yekê Gulanê Da li Tirkiyê 10an Kes Tên Desteser Kirin


Polîsên Tirkiyê bi tevgeriyanek tund li bajarê Stenbolê bi dehan xwepêşandar desteser kirin ku wan dixwestin xwe bigihînin Meydana Taksîmê ya Stenbolê ji bo xwenîşandanên 1ê Gulanê yên li dijî tengasiyên aborî yên ji ber enflasyona tund û bilind.

Walîtiya Stenbolê destûr dabû ku pîrozbahiyên 1'ê Gulanê li navçeyeke din bên lidarxistin û li hemû cihên din kombûn bê destûr û neqanûnî nirxandibûn.

Rojnamevanekî Reutersê dît ku polîsên tundrew digel xwepêşanderan şer dikirin û destên wan kelepçe dikirin û dîmenên wan di televîzyonê da ji alîyê weşanên navxweyî ve hatin nîşandan.

Ajansa Nûçeyan ya Demiroren ragihand ku polîsan li navenda Beşîktaşê 30 û li taxên Şîşli jî 22 kes desteser kirine.

Di daxuyanîya Walîtiya Stenbolê da hat ragihandin ku li seranserê bajarê Stenbolê 164 xwepêşander bi behaneya "hewldana xwepêşandanên bêqanûnî" hatine desteserkirin.


Di çarçoveya pîrozbahiyên Roja Karkerên Cîhanê qê Gulanê da her sal li gelek welatan bi pêşengiya karker û sendîkayan meş tên lidarxistin.

XS
SM
MD
LG