Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dê bi Fermî 4 Herêmên Ukrayna Tevlî Xwe Bike


Dîmenek ji dengdana bo referendumê li bajarê Mariupol yê Ukraynayê.
Dîmenek ji dengdana bo referendumê li bajarê Mariupol yê Ukraynayê.

Rûsya roja Pêncşemê piştrast kir ku ewê bi awayekî fermî hinek herêmên Ukraynayê yên dagîrkirî tevlî Rûsyayê bike piştî pêkanîna referendumên ku ji alîyê Kremlinê ve hatine birêve birin.

Berdevkê serokê Rûsyayê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re got ku serok Vladimir Putin dê roja Înê beşdarî merasîmekê bibe ku tê de Kremlin dê çar herêmên Ukraynayê bi fermî dê bibin beşek ji Rûsya.

Peskov eşkere kir ku rêvebirîyên her çar herêmên ser bi Rûsya ve dê peymanan îzme bikin da ku bi fermî tevlî Rûsyayê bibin.

Hikûmeta Ukrayna û welatên Rojavayî ew referendum red kirine û ew wekî sexte û neqanûnî binav kirine.

Herêmên ku dengdana referendum lê pêk hatine û dê tevlî Rûsya bibin ev in: Zaporizhzhia, Xerson, Luhansk û Donetsk.

XS
SM
MD
LG