Di vê demê de ku şerê Rûsyayê li Ukraynayê didome, nûçeyên şer bi taybet li ser medyaya civakî cîh digire.
Jiber ve yekê, platformên teknolojîk yên mezin hewl didin ku medyaya dewleta Rûsî sînordar bikin ku platformên wan ji bo belavkirina propaganda û dezînformasyonê bi kar neyînin.
Google roja Sêşemê ragihand ku ew kanalên Rûsî yên li ser YouTubê li Ewrupayê wê asteng bike, lê herwiha bal dikşîne ku sînordarkirina wan ya bi tevahî wext bigire.
Hejayî gotineyê ku kompanîyên teknolojiyên din yên Amerîkî heta niha guhertinên nermtir yên wekî sînorkirina gihandina Kremlin, etîketkirina zêdetir ji vê naverokê, da ku mirov zanibin ku ew ji hikûmeta Rûsî derketine û qutkirina dezgehên dewleta Rûsî ji reklaman, pêşkêş dikin.
Armanca guhertinên medyaya civakî ew e ku propagandayên Kremlinê di wan platforman de sînordar bikin.