Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ukraynî û Rûsî Şerê Kontrolkirina Kyivê Dikin


Bajarê Kyiv
Bajarê Kyiv

Teqîn û gulebaran îro Şemiyê li Kyiva paytexta Ukraynayê tên bihîstin, di demekê de ku hêzên Rûsî û yên Ukraynî şerê kontrolkirina bajêr dikin.

Berpirsên Ukraynî bang li welatiyên xwe dikin ku alîkariyê di berevaniyê Kyivê de bikin li dijî hêzên Rûsî.

Bingeheke leşkerî li Kyiv rastî êrîşekê hatibû, lê artêşa Ukraynayê got wan êrîş vegerand.

Avahiyeke bilind li Kyivê îro Şemiyê hate amanckirin û wezîrê derve got Rûsya bi mûşekekê li avahiyê xist. Ti raportan behsa ziyanan nekir, lê girteyên vîdyo ziyaneke mezin li qatên jor nîşan dan.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy pêşbînî kiribû ku wê êrîş li dijî Kyivê roja Şemiyê bêhtir bibin.

Wî got:

“Kyivê pêwîstî bi baldaneke taybet heye... em nikarin paytextê ji dest bidin.”

Zelenskyy îro Şemiyê di twîteke xwe de got ku ew li gel serokê Frensa Emmanuel Macron axiviye û “ Çek û alav ji alîkiyê hevparên me, di rê de ne ji bo Kyivê. Koalisyona dijî şer kar dike.”

Wezareta berevaniya Rûsyayê îro Şemiyê got ku hêzên Rûsî bajarê Metitopol yê başûrê rojhilatê Ukraynayê kontrol kiriye.

Berpirsên Amerîkî û Rojavayî roja Înê gotibû ku hêzên Rûsî yên ku wek beşek ji plana jinavbirina hikûmeta Ukraynayê ber bi Kyivê ve diçin, diyar e hin şiyanên xwe ji dest didin.

Teqîn û gulebaran roja Înê li herêmên nêzîkî bajarê Kharkiv li bakur û Kherson li başûr jî berdewam bûn.

Li Kyiv, Zelenskyy hewl da ku welatiya rake ser piyan û dengyayên ku ew ji bajêr reviyaye red kirin. Ew û hin berpirsên din yên hikûmetê di vîdyoyekê de diyar bûn û wî got,” Em hemî li vir in, berevaniya serxwebûn û dewleta xwe dikin.”

Berpirsên Rûsî roja Înê got ku hêzên wan pêşketineke berbiçav kiriye di hewla ku ew binav dikin jinavbirina gefa terorê.

Artêşa Rûsyayê her wiha got ku wan firokxaneya Hostemel ya bakurê rojavayê Kyivê kontrol kiriye.

Îdîayên Rûsî bi awayekî serbixwe nehatin piştrastkirin, lê desthilatdarên Ukraynî ragihand ku şerekî giran li wir dibe.

XS
SM
MD
LG