Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Okranya Girtiyan bi hev Diguhêrin


Rûsya û Okarnya îro Şemiyê her aliyekî 35 girtî radestî aliyê din kirin, wek gavekê ji bo pêşvebirina pêwendiyan û peydakirina derfetekê bo çareserkirina nakokiya li rojhilatê Okranya,

Li firokxaneya Kyiv a paytexta Okranya, girtî ji aliyê serok Volodymyr Zelenskiy ve hatin pêşwazîkirin.

Piraniya girtiyan di rewşeke tenduristî ya baş de bûn.

Li firokxaneya Mosko jî piştî gihîştina firokê, girtiyên azadkirî nêzîkî 15 kêlîlkan dereng ji ser pişta wê daketin.

Di nav girtiyên azadkirî yên firoka Rûsî de, Kirill Vyshinsky, serokê ajansa nûçeyan a dewleta Rûsî RIA-Novosti beşê Okranî hebû, ku ji sala 2018an ve bi tawana xiyanetê hatibû girtin.

Di nav girtiyên aliyê Rûsya de 24 deryavanên Okranî bûn, ku ji aliyê Rûsya ve hatibûn dorpêçkirin û her wiha derhênerê sînema Oleg Sentson ê ku bi terorê hatibû tawanbarkirin.

XS
SM
MD
LG