Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Êrîşa Mûşekî ya Rûsya ser Keştiya Genim Pênc Kes Kuştine

Dîmenek yek ji êrîşên Rusya ya li ser keêtîyên li nêzî Odesa, Ukrayna (Arşîv)
Dîmenek yek ji êrîşên Rusya ya li ser keêtîyên li nêzî Odesa, Ukrayna (Arşîv)

Hêzên Deryayî yên Ukraynayê îro Yekşemê ragihand ku artêşa Rûsyayê di êrîşeke mûşekî de keştîyeke barhilgir ya sivîl li nêzîkî bajarê Odesayê kiriye armanc ku 5 endamên tîma wê hatine kuştin, 8 hatine rizgar kirin û pêncên din wind ne.

Di daxuyanîya ku li ser Facebook’ê de hat weşandinde, Hêzên Deryayî yên Ukrayna rave kir ku keştîya hatîye erîşkirin keştiyeke barhilgir ya genim ya bi ala Gîniya-Bîsaw bû lê ya Tirkîyê bû.

Li gor daxuyanîyê, keştîya Golden Leo ya Tirkîyê, ku di bin ala Gîniya-Bîsaw de rêwîtî dikir, dema ku ji herêma şer derdiket, bi 3 mûşekên Kh-59/Kh-69 hatîye armanckirin.

Hêzên deryayî yên Ukraynayê êrîş wekî êrîşeke bi zanebûn ya dijî keştîyek sivîl û wekî binpêkirina huqûqa mirovî ya navneteweyî pênase kir.

" Ev êrîş kiryareke terorîstî ye, dijî keştîyên deryayî yên aştiyane û binpêkirineke eşkere ya hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye," Hêzen Deryayî ya Ukrayna got.

Rûsyayê heya niha li ser daxuyanîya Ukraynayê ti daxuyanîyek nedaye

Şert û mercên êrîşê bi awayekî serbixwe nehatine pişt rast kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG