Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu îdia kir ku jêderên leşkerî yên Ukrayna hindik mane ku biqedin.
Shoigu li Moskowê, di konferanseke ewlekarîyê de dîyar kir ku ev rewş jiber hewildanên Ukrayna yên jibo operasyonên dijî Rûsya çêbûye.
‘’Tevî ku dewletên Rojavayî alîkarîyên berfireh didin jî hêzên çekdar yên Ukraynî nikarin encamekê bi dest bixin.’’
Bê ku delîlekî nîşan bide wî got ku encamên pêşî yên pevçûnan raber dikin ku jêderên leşkerî yên Ukrayna nêzîkî nemanê ne.
Wezîrê Rûsî bi berdewamî îdia kir ku çekên dewletên Rojavayî pir ne cihê ne û got ku li hember wan çekên Rûsî hene.
Şerê Rûsya û Ukrayna di Sibata 2022’yan de destpê kir.
Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de piştgirî didin Kîevê.
Moskow dîyar dike ku Amerîka û dewletên Rojavayî şer gur dikin û dibêje ew nikarin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.
Jêder: AFP, VOA