Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Rûsya li Rojhilata Ukrayna Cezayên Demdirêj Dide Leşkerên Ukraynî


Komîteya Lêpirsînê ya Rûsya îro Duşemê ragihand ku dadghên li rojhilata Ukrayna, ku ji alîyê Rûsya ve hatine damezirandin, cezayên demdirêj yên girtîgehê dane leşkerên Ukraynî.

Seroktîya Komîteya Lêpirsînê ya Rûsya dîyar kir ku dadgehê jibo Andrey Klementovich, Artur Sivitsky û Ivan Melnikovich 20 sal cezayên girtîgehê dane.

Li gor ragihandina wê seroktîyê ew dê 20 salan di kolonîya cezayên giran de bin.

Dîmen raber dikin ku di qefesa berguman de 3 kesên dest kelepçekirî hene.

Komîte dîyar dike ku jiber ku ew 3 kes li hember sîvîlan bi awayekî zalim tevgerîne û hewil dane ku sîvîlan bikujin tawanbar in.

Dadgehê da zanîn ku wan 3 leşkeran li Mariupolê şer kiriye, ku di Gulana 2022’yan de ketibû destê hêzên Rûsî, û li korîdora alîkarîyê rê li ber sîvîlan girtine ku ew ji bajêr dernekevin.

XS
SM
MD
LG