Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya li 3 Herêmên Ukrayna Êrîşên Dronî li Dar Xistin


Rûsya îro Pêncşemê bi dronan êrîş birin ser 3 herêmên Ukrayna.

Karbidestên Ukrayna dibêjin ku hin dron giheştine armanca xwe, lê wan eşkere nekir ku çiqas zîyan çêbûye.

Artêşa Ukraynî dîyar dike ku hêzên wê ji 44 dronên Şahid yên Îranî 34 anîne xwarê.

Li gor ragihandina artêşê, Rûsya bi dronan êrîş birine ser herêmên Mykolaiv û Odesa yên li başûrê û Kirovohradê ya li nava welêt e.

Walîyê Kirovohradê Andriy Raikoviç ji Telegramê dîyar kir ku wan şeveke dijwar derbaz kiriye û dronên Şahid hatine xistin, lê hin ji wan giheştine armancên xwe.

Raikoviç dîyar kir ku ti kuştin û birîndarbûn çênebûye.

Walîyê Odesa Oleh Kiper piştî êrîşên dronî yên Rûsya pesnên sîstema berevanîya esmên da.

Kiper got ku ti kuştin û zarara madî çênebûye û dîyar kir ku bi tenê li hin cîhan şewatên biçûk çêbûne.

Rûsya di demên dawî de bi muşek û dronan êrîşan dibe ser depoyên dexlûdan û binesazîyên bêndergehan.

Hin pisporên şer dibêjin ku Rûsya dikare di zivistanê de êrîşan bibe ser binesazîya enerjîyê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG