Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Pêwendiyên Bi Amerîkayê Re Hîn Ne Di Asta Herî Nizim De Ne


Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Sergei Ryabkov
Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Sergei Ryabkov

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Sergei Ryabkov îro Şemiyê got pêwendiyên Mosko li gel Amerîkayê hîn negihîştine asta herî nizim, li gor ajansa nûçeyan Interfax.

Wî got Kremlin pêwîstî bi pêwendiyên cîgir û berhemdar heye li gel Waşintonê.

Axaftinên wî tên di demeke hestdar de ku Mosko çaverêyî bersiveka rêveberiya serokê Amerîka Joe Biden e li dor pêşniyarên ewlekariyê yên Rûsyayê.

Hêjayî gotinê ye di van demên dawî de girjî di navbera Rûsya û Amerîkayê de derketine pêş li dor Okranyayê ku Amerîka û welatên Yekîtiya Ewrupî dibêjin Mosko hêzan li ser sînorê Okranyayê kom dike û plan dike derbasî wî welatî bibe. Mosko van idîayan red dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG