Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Amerîka Serhildêrên Sûrî Fêrî Êrîşên Kîmawî Dike


General Sergei Rudskoi

Berpirsê komandariya giştî ya Leşkerî ya Rûsî dibêje Amerîkî xolên rahênanê yên êrîşên kîmawî dabîn dikin ji bo serhildêrên Sûrî.

General Sergei Rudskoi îro Şemiyê got xemên Rûsya hene li dor nîşanên ku Amerîka renge xwe amade dike ji bo êrîşên moşekan li Sûriyê.

Ajansên Rûsî yên nûçeyan ji ser zimanê Rudskoi ragihand ku “Rahênerên Amerîkî li bajarê el-Tenef jimarek gurup amade dike ji bo pêkanîna êrîşan li gel bikaranîna çekên kîmawî.”

Wî got hin madeyên jehrîn hatine şandin bo başûrê Sûriyê di bin perdeya karwanên mirovahî de.

Wî her wiha got:

“Hin nîşan bala me dikşînin ser amadekariyên êrîşan ji aliyê Derya Sipî... kendava Farisî û Derya Sor ve.”

XS
SM
MD
LG