Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken:Guftûgoyên ligel Rûsyayê Ser Ukrayna Wê Destpê Bike


Secretary of State Antony Blinken delivers year-end remarks for 2021 during a news conference at the State Department in Washington, Dec. 21, 2021.
Secretary of State Antony Blinken delivers year-end remarks for 2021 during a news conference at the State Department in Washington, Dec. 21, 2021.

Karbidestên bilind yên Wezerata Derve ya Amerîka got ku Amerîka bawer dike ku guftûgoyên du alî li gel Rûsya li ser zêdekirina leşkerên Rûs li sînorê Ukraynayê wê di meha Berfanbarê de destpê bike, tevî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Amerîka û hevalbendên wê tawanbar dike ji ber alozîya li herêmê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken roja Sêşemê di preskonferansekê de got, “Em amade ne ku bi rîya dîplomasîyê ji çend alîyan ve têkîlîya xwe çêkin. Ez difikirim ku hûnê destpêka sala bê bibînin ku li wan alîyan de ger em bikarin cudahîyên xwe bi dîplomasîyê pêş ve bixin.”

Dîplomatê herî bilind her wiha hişyarî da bo “encamên mezin” ger Rûsya “bi berdewamî li dijî Ukraynayê kiryarên tund bimeşîne.”

Di heman demî de, cîgira sekreterê danûstandinên Ewropa û Euro-Asya ji rojnamevanan re got ku Amerîka û Rûsya dikarin li hev werîn li ser demeke taybet ku dest bi guftûgoyan bikin li ser daxwazên Moskowê ku wê NATO li Rojhilata Ewropa û li Ukraynayê kiryarên leşkerî bi dawî bîne.

Rûsya heta niha 100,000 leşkerên xwe li sînorê li gel rojhilata Ukraynayê bicîkirîye. Amerîka metirsîya xwe anî ziman ku Rûsya dikare destpêka sala bê bikeve nav axa Ukraynayê lê bawer nake ku Putin biryar daye ku êrîşekê destpê bike.

XS
SM
MD
LG