Serokê Komîsyona Berevanî ya Duma ya Rûsya, Andrey Katapolov îro Pêncşemê got Koma Wagner wê êdî nikaribe li Ukrayna şer bike.
Kartapalov got ku wan ew biryar ji Rêberê Wagnerê Yevgeni Prigojin re gotiye.
Prigojin, ku roja Şemîyê dijî Moskowê serî rakiribû, nedixwest peymana Wezareta Berevanî ya Rûsya îmza bike ku wê leşkerên Wagnerê dixistin bin kontrola xwe.
Parlamanter Kartapolov dîyar kir ku jiber ku Prigojin nexwestiye peymanê îmza bike wan dawî li peymana jibo Ukrayna anîye.
‘’Wek hûn dizanin, çend rojan berê serîrakirinê, Wezareta Berevanî gotibû ku divê hemî baskên şer bi wezaretê re peymanê îmza bikin, lê bi tenê Prigojin dijî vê daxwazê sekinî.’’
Prigojin di 11’ê Hezîranê de gotibû ku ewê ti peymana bi Wezareta Berevanî ya Rûsya re îmza nekin.
Serokê Belarûsê Aleksandr Lukashenko piştî serîrakirina Wagnerê ew kom vexwendibû welatê xwe.
Serokê Rûsya Vladimir Putin gotibû ku şervanên Wagnerê dikarin tev li artêşa Rûsî bibin, yan dikanin herin malên xwe yan jî derbazî Belarûsê bibin.
Jêder: Reuters