Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Bang li Dîplomatên Biyanî Dike ku ji Kîevê Derkevin

Navenda Kîevê
Navenda Kîevê

Rûsyayê îro Şemîyê got ku ewê êrîşên xwe yên li ser Kîevê û bajarên din ên Ukraynayê bidomîne û ji dîplomat û welatîyên biyanî xwest ku ji paytexta Ukraynayê derkevin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê got ku di bersiva êrîşên Ukraynayê de, hêzên Rûsyayê "bi awayekî sîstematîk û berdewam sazîyên leşkerî yên li Kîevê û bajarên din ên Ukraynayê bike armanc."

Wezaretê got: "Em careke din welatîyên biyanî, di nav de jî dîplomat, hişyar dikin ku li Ukraynayê nemînin û neçin ser sînorên welêt."

Di mehên dawî de, Rûsyayê êrîşên xwe yên li ser Kîevê zêde kirine. Vê yekê jî jiyana nêzîkî sê mîlyon niştecihên paytexta Ukraynayê têk biriye. Ajansa Reuters ragihand ku Rûsyayê îro Şemîyê pirek li ser Çemê Dnîpro li Kîevê kir armanc.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin vê hefteyê gef xwar ku Ukrayna dê bedela êrîşên xwe yên li dijî Rûsyayê bide.

Di vê navberê de, herdu alîyan êrîşên li dijî keştiyên barhilgir li Deryaya Reş zêde kirine, û Ukraynayê bi dehan êrîşên dronan li ser parzûngehên petrolê yên Rûsyayê û bingehên din pêk anîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG