Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya ji Sîvîlên li Zaporizhzhia Dixwaze ji Herêmê Derkevin


Rûsya îro Înê xwest ku zarok û kal û pîrên li Zaporizhzhia ya li rojhilata Ukrayna kir ku ji bajêr derkevin.

Rêvebirê Zaporizhzhia Yevgeny Balitsky, ku ji alîyê Rûsya ve hatiye erkdar kirin, dîyar kir ku di rojên dawî de bombebarana ji alîyê hêzên Ukraynî ve zêde bûye.

"Emê zarok û kal û pîrên li 18 gund û bajarokên Zaporizhzhia ji herêmê derxînin. Ew derketin jibo ewlekarî ye û demkî ye," Balitsky got.

Çaverê ye hêzên Ukraynî di rojên pêş de dijî hêzên Rûsî dest bi êrîşên berfireh bikin.

Koma Wagner ya li Bakhmutê şer dike jî îro Înê ragihand ku ewê ji herêmê vekişin.

Wagner dîyar kiribû ku di êrîşa Bakhmutê de çekên wan têra wan nakin.

Jêder: AFP, VOA

XS
SM
MD
LG