Rûsya û Qazaqistanê li heremên Çîyayên Ural, Sîbîrya û deverên Qazaqistanê yên nêzî çemên wekî Ural û Tobolê, fermana demûdest derxistina zêdetirî 100 hezar kesan dîyar kirin, piştî lehîya herî xirab ya 70 salan ya li wan hereman.
Karbidestên her du welatan ragihand fermana valakirinê hatîye dayîn jiber ku li wan hereman piştî berfa zivastinê helîye, avên çemên mezin di nav çend seatan de bi metreyan bilind bûye û gihêştine astên herî bilind yên ku heta niha hatine tomar kirin.
Çemê Ural, çemê sêyê yê herî mezin yê Ewrupa ye ku ji ser Rûsya û Qazaqistanê diherike Derya Hazarê.
Roja Înê avên çemê Ural bendavek teqand û bajarê Orskê ya Rûsî li başûrê Çîyayên Ural di bin avê de hişt.
Li Orenburgê, bajarekî ku ji nîv mîlyonî zêdetir e jî asta avê bilind bû, bajarê bi şênîya nêzî 550 hezar kesan.
li Orskê derdora 100 welatîyan bang li serok Vladimir Putin kirin ku alîkarî were peyda kirin û karbidestên herêmî bi qîrinên wek "şerm li we" rexne kirin ku têr naxebitin.
Li bajarê Kurgan ya bi şênîya nêzî 800 hezar kesan ku bajarê li ser çemê Tobolê ye, jibo ku nîştecîh heremê demûdest biterikînîn, sîrên hatin kar anîn.
Karbidesên Rûsî ragihand ku li Kurganê asta ava çemê li Tobolêbilind bûye 19 hezar kes di bin xeterîyê de ne.
Herwiha li Tyumen rewşek awarte hat ragihandi,herêmek serekî ya hilberîna petrolê ya Rojavayê Sîbîrya û mezintirîn qada hîdrokarbonê ya li cîhanê ye
Berdevikê Kremlînê Dmitrîy Peskov dîyar kir ku xeterîya li wan Rûsî didome.
"Rojên dijwar hîna li pêş herêmên Kurgan û Tyumen in. Gelek av diherike," Peskov got.
Kremlinê got ku serokê welat Putîn bi berdewamî li ser rewşê tê agahdar kirin, lê bo niha hizra serdana heremên lehîyê nake jiber ku dezgehên heremî jibo çareserîya felaketê her tiştê xwe pêwîst dikin.
Hat ragihandin ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Qazaqistanê, Qasim Comert Tokayev jî rewşa li heremê nirxandine.
Li gor Tokayev lehîya ku niha didome, ya herî xirab ya 80 salên dawî ya li Qazaqistanê ye.
Karbidestên Qazaqistanê dîyar kirin ku herêmên Atyrau, Aktobe, Akmola, Kostanai, Rojhilata Qazaqistan, Bakurê Qazaqistan û Pavlodar jiber lêhîya wêranker herî zêde zarar dîtine.
Heya niha ne dîyar e ku çima lehîyên îsal ewqas xirab diqewimin, dema ku li Rûsya helîna berfê bûyerek salane ye.
Zanyar dibêjin ku guherîna klîmayê (îqlim) avûhewayê li seranserê cîhanê rûdana lehîyan zêde kirîye.
Jêder: Reuters
Jiber Lehîya Wêranker li Rûsya û Qazaqistanê Pirtir ji 100 Hezar Kes Hatin Veguhastin
