Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Soza Bersivdanê Ya Êrîşên Mûşekên ATACM yên Ukrayna Dide


Dîmenek yek ji Sîstema Mûşekên Taktîkî ya ya Artêşê (ATACM) ya artêşa Amerîka, ku di 14 Berfenbara, 2021’an de,li eyaleta New Mexico tê ceribandin.
Dîmenek yek ji Sîstema Mûşekên Taktîkî ya ya Artêşê (ATACM) ya artêşa Amerîka, ku di 14 Berfenbara, 2021’an de,li eyaleta New Mexico tê ceribandin.

Artêşa Moskowê roja Sêşemê soz da ku bersîvê bide êrîşên esmanî yên nû yên Ukraynayê ku bi mûşekên ATACMS yên Amerîka nava Rûsyayê armanc dikin.

Ukrayna ku hefteya borî cara yekê mûşekên dûravêj avêtin Rûsyayê, bû sedema berteka tund ya Moskowê.

Wezareta berevanîyê ya Rûsyayê roja Sêşemê dîyar kir ku Ukraynayê di 23 û 25ê Mijdarê de bi karanîna mûşekên ATACMS êrîşên nû pêk anîne.

"Çalakîyên tolhildanê têne amadekirin," wezaretê di postek li ser Telegram de got, lê zêdetir hûrgulî eşkere nekir.

Wezaretê Rûsya ragihand ku di êrîşên nû yên Ukrayna de, li bingeha esmanî ya Kursk Vostochny 2 leşker birîndar bûne û êrîşek dijî alavên berevanîya esmanî zarar daye sîstema radarê û herwiha bûye sedema "kuştînan".

Wezareta berevanîyê eşkere kir ku 3 ji 5 mûşekên di êrîşa yekê de û 7 ji 8 mûşekên di êrîşa duyê de hatine karanîn, ji alîyê berevanîya esmanî ya Rûsya ve hatine rûxandin.

Wê herwiha wêneyên ku got parçeyên mûşekan e jî weşand, ku li kêlekê nivîsên Îngilîzî nîşan didin. Lê ev wene heya niha ji alîyê çavkanîyên setbixwe nehatine piştrast kirin.

Moskow di derbarê êrîşên esmanî yên Ukrayna de kêm caran hûrgulîyên wiha taybet parve dike û hema hema qet qebûl nake ku mûşek gihîştine armancên xwe.

Piştî çend mehan ji daxwaza Kîevê, Amerîkayê di destpêka vê mehê de destûr da Ukrayna ku jibo lêdana axa Rûsyayê çekên wê bikar bîne.

Êrîşên nû yên Kîevê pêk tên, dema ku alozîyên di şerê nêzî sê-salan de di van çend hefteyên dawî de bi awayekî berbiçav zêde dibin.

Putin hefteya borî biryarnameyek îmza kir û sînorê jibo karanîna çekên navokî daxist kêm dike, çend roj berîya ku mûşeka Oreshnik ya hîpersonîk ya navokî bavêje ser Ukraynayê.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG