Medya dewleta Sûrî dibêje hin top li balyozxana Rûsî ketin li Dîmeşqa paytext û bûn sedema hin ziyanên maddî.
Ajansa SANA got du top îro yekşemê hatin avêtin ser balyozxana Rûsî, yek li avahiyê ket û ya din li nêzîkî wê ket.
Serhildêrên gundewarên Dîmeşq berê caran top avêtine balyozxana Rûsî.
Ev êrîş tê çend demjimêran piştî teqînekê li nêzîkî nexweşxaneyeke bajarê Idlibê k udi bin deste serhildêran de ye. Pênc kes di teqînê de birîndar bûn.
Gurûpa berevaniya sivîl a Sûrî ku bêhtir wek Kumên Sipî tê nasîn got du zarok din av birîndaran de bûn.
Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye, wê jî got 5 kes birîndar bûn û zarok di nav de bûn.