Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rûsî li Sûrîyê Têne Cîh Kirin ku Agirbestê Bişopînin


Karbidestên Rûsya îro Duşemê radigihînin ku wan polîsên leşkerî şandine Sûrîyê ku li du deverên nû yên aram, agirbestê bişopînin.

Kolonel Sergei Rudskoi got ku hêzên Rûsî li başûrê rojavayê Sûrîyê û li Ghouta ya rojhilat ya Şamê, xalên kontrolê danan û navendên şopandina agirbestê damezrandin.

Rûsya, Îran û Tirkîyê di meha Gulanê de li hev kiribûn ku li Sûrîyê çar herêmên aram ava bikin ku şerê berdewam sist bikin.

Li gor wê planê, divê hêza leşkerî ya serokê Sûrî Beşar Esad û hêzên esmanî êrîşên xwe yên li ser wan herêman rawistînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku dora 2.5 mîlyon kes li wan çar herêmana dijîn.

XS
SM
MD
LG