Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Rûsî Roja Hilbijrtina Seroktîyê Eşkere Kir


Serokwezîrê niha Vladimir Putin û Serok Dmitry Medvedev li civîneke ewlehîyê xwanê dibin.
Serokwezîrê niha Vladimir Putin û Serok Dmitry Medvedev li civîneke ewlehîyê xwanê dibin.

Civata jorîn ya parlemana Rûsî, 4’ê Adarê wekî roja hilbijartinê destnîşan kir ku tê çaverê kirin Vladimir Putin careke din bîne posta herî bilind ya wî welatî.

Waxtekî zûtir yê vê salê, Serokwezîrê niha Vladimir Putin û Serok Dmitry Medvedev planek eşkere kirîbû ku karên xwe li meha Adarê veguherin û Putîn bibe serok, Medvedev jî bibe serokwezîr.

Li gorî wê planê, birêz Putin wê bikaribe heta 24 salan li ser desthilatê bimîne—ku ji desthilata 17 salan ya Leonid Brezhnev ya serdema Yekîtîya Sovyetê jî pirtir e. Di rojnameyên Rûsî de karîkatur derketin ku Vladimir Putin kincên wekî yên Brezhnev xwe kirine.

Rêzdar Putin soza da hemwelatîyan ku di sîyaseta Rûsî de guherinên lêzûbez û neçaverêkirî pêk neyên.

XS
SM
MD
LG