Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya ji Rewabûna Doza Bout Nerazî ye


Rûsya ji Rewabûna Doza Bout Nerazî ye
Rûsya ji Rewabûna Doza Bout Nerazî ye

Wezareta Derve ya Rûsî li ser rewabûna cezayê bazirganê çekan yê Rûsî Viktor Bout şik û gumanên xwe dîyar dike.

Viktor Bout roja Çarşemê ji alîyê dadgeheke Amerîkî ve sûcdar hatibû dîtin, ku hewil dida çekan bifroşe serhildayên Kolombîyayî ku li dijî Amerîkan kar bînin.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Rûsî îro Pêncşemê ragihand, Amerîkayê giwaştin li ser dozê kir ku pêdaçûneke rewa li ser hemî delîlên heyî neyê kirin.

Heman karbidest her wiha got, Bout li zindanê rastî şert û mercên pir dijwar hatiye.

Dadgeheke Amerîkî roja Çarşemê ceza li Viktor Bout birîbû jibber hewldana wî ya firotina çekan ji sîxûrên nepênî yên Amerîkî re ku xwe wekî endamên rêxistina Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîyayê (FARC) nîşan dabûn.

FARC ji alîyê Amerîkayê ve, wekî rêxistineke terorîst tê binav kirin.

XS
SM
MD
LG