Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Înê ragihand ku Ukrayna bi muşekên ATACMS yên Amerîkî êrîşan dibe ser welêt.
Wê wezaretê dîyar kir ku Ukrayna do Pêncşemê 6 muşekên ATACMS firandine herêma Belgorodê.
Li gor ragihandina wezaretê hemî muşek hatine sekinadin û ti zarar çênebûye.
Moskow her cara ku dibêje Ukrayna muşekên ATACMS yên Amerîka û Storm Shadow yên Brîtanya bi kar anîne soza tolhildanê dide.
Ukranya ew muşek cara pêşî meha Mijdarê piştî destûra Washington û Londonê firandibûn axên Rûsî.
Rûsya ser wan êrîşan bi muşeka hîpersonîk Oreshnik bersîv da û dîyar kir ku ew dikare dîsa bersîvên wisa bide.
Wezareta Berevanî ya Rûsya da zanîn ku di nav hefteya borî de 12 ATACMS, 8 Storm Shadow, 48 HIMARS, 7 Hammer û 747 dron hatine xistin.
Ew wezaret dibêje ku Rûsya hefteya borî 8 êrîşên mezin birine ser binesazîya Ukrayna ya piştgirî dide navend û kargehên leşkerî yên Ukraynî.
Karbidestên Ukraynî îro Înê didin zanîn ku di êrîşa muşekî ya Rûsya de bi kêmî ve 4 kes hatine kuştin û li Kryvyi Rih ya li başûrê Ukrayna navendeke perwerdehîyê zarar dîtiye.
Walîyê herêma Dnipropetrovskê Serhiy Lysak jî ji Telegramê dîyar kir ku di êrîşên hêzên Rûsî de 7 kes birîndar bûne û ji wan rewşa hinekan giran e.
Jêder: Reuters