Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Dibêje Nûçeyên Ser Projeya Dronan ya Rûsya ya li Çînê Fikaran Çêdikin


Qesira Sipî îro Çarşemê ragihand ku Washington jiber nûçeyên dîyar dikin ku Rûsya li Çînê projeyeke veşartî ya firokên cengê çêkiriye fikaran çêdike.

Qesira Sipî got ku nûçe mînakekê nîşan dide ku kompanîyeke Çînî ya ji alîyê Amerîka ve hatiye pejirandin alîkarîya kujer dide fîrmayeke Rûsî.

Berdevkê Konseya Ewlekarîya Neteweyî dîyar kir ku Amerîka ti tişt nedîtiye ku raber dike ku Çîn hay ji wê kiryarê heye yan jî mudaxaleyê hikûmetê jibo alîkarîya kujer heye.

‘’Tevî vê yekê jî berpirsîya hikûmeta Çînê heye ku bi kompanîyên xwe bawer be ku alîkarîyên kujer nadin.’’

Jêderên îstixbarata Ewrupî û belgeyên ajansa nûçeyan ya Reutersê ser lêkolînê kirine nîşan didin ku Rûsya li Çînê jibo dronên dûravêj çêke û wan li Ukrayna bixebitîne, dest bi bernameyekê kiriye.

Berdevkê Qesira Sipî got ku kiryar raber dikin ku hewildanên hikûmeta Çînê negihiştine armancên xwe.

Wî berdevkî got ku Amerîka hazir e ku ser wan kompanîyên Çînê yên di nûçeyan de hin gavan biavêje û lêkolînê bike ku ka kîjan bank peywendîyên bi fîrma Rûsî ya tole li ser re hêsan dike.

Washington wê ser gavên pêş jî bi hevbendên xwe yên Ewrupî re danûstandinê bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG