Breaking News

Kremlin: Plana Rûsyayê ya Şandina Satelîta bi Çekên Navokî Tune ye

Beşekî Bajarê Moskow
Beşekî Bajarê Moskow

Kremlinê roja Duşemê got ku raportên medyaya Almanî, yên ku dibêjin Rûsya nêzîk e dê satelîteke ku serkê navokî pê re heye, bişîne valahîya esmên, cidî wernagirin.

Hejmarek ji saziyên medyayên Almanî roja Duşemê ragihand ku dezgehên îstixbaratê yên welatên Endamên NATO'yê gihîştine encamekê ku Moskow plan dike vî çekî bişîne valahîya esmên.

Berdevkê Kremlînê, Dmitry Peskov, di bersiva pirsên rojnamevanan de li ser van raporan got: "Na, me rapor nexwendiye. Lê di nav de gelek îdiayên 'tê gotin' û 'gumanbar' hene ku ji çavkaniyên nenaskirî belav dibin. Ji ber vê yekê eşkere ye ku ew ne tiştin ku divê bi cidiyet werin girtin."

Li gor Ajansa Reuters, Peskov zêde kir ku agahdariyên ku li ser çavkaniyên nenaskirî û texmînan ava bûne, bingehekê ne rast ji bo nirxandina van îdiayan pêşkêş nakin.

Ev daxuyanî piştî wê hat ku komek medyayên Almanî, di nav wan de NDR, WDR û Süddeutsche Zeitung, ragihandibûn ku dezgehên îstixbaratê yên welatên endamê NATOyê gihîştine encama ku Moskow plan dike di vê salê de satelîtekî bi navê Sputnik-S ku bi çekeke navokî hatiye barkirin bişîne valahîyê.

Li gorî van raporan, saziyên îstixbaratê yên Rojava, di nav wan de dezgeha îstixbarata Almanya BND, agahiyên ku nîşan didin ev satelît çend sal berê hatiye çêkirin û niha li herêma Moskowê ye, bi hev re parve kirine.

Berdevkê hikûmeta Almanyayê li ser van raporan got ku Berlin van agahiyan bi cidî digire.

Ajansa Reuters diyar kir ku, karbidestên Amerîkayê ji çend sal in, dibêjin ku Rûsya li ser pêşxistina çekeke navokî dixebite ku bikare tevahî torên satelîtan kontol bike.

Li gorî van karbidestan, ev çek dikare torên satelîtan yên mezin, wekî pergala înternetê ya Starlink ku hêzên Ukraynayê bikar tînin, bike armanc.

XS
SM
MD
LG