Li başûrê Sîbîryayê helîkopterek ket û di encamê de herî kêm 4 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Karmendên Agirkujiyê li cihê bûyerê amadebûn û hewila vemirinadina agirê bi helkopterê ketî didin.
Bûyer li komara Altai ya Rûsyayê qewimîye, ku di destpêkê de hatbû ragihandin ku 6 di bûyerê de mirine, lê saziya xizmetên hawarhatinê, li herêmê ragihand ku du kesên din bi saxî rizgar bûne.
Li gorî daxuyaniya pêşî ya Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê li herêma Altai'ê ya li başûrê Sîbîryayê di ketina helîkopterê de 6 kes mirin. Nûnerê wezaretê Evgeny Khoroshilov got bû "bûyer li taxa Tyungur rû da."
Evgeny Khoroshilov dîsan got, di balafirê de 16 kes hebûn: 3 kes taqima helikopterê û 13 geştiyar hebûn.
Ajansa nûçeyan ya Rûsî RIA Novostî, li ser zarê saziya firînên sivîl 'Rosaviatsia' ragihand, ku helîkopter ji cûrê Mi-8 ye, ser bi şîrketeke taybet ve ye û hejmarek geştiyar têda bûn.
Jîder: AFP/ABCNews