Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerekî Rûs li Bajarê Palmêra Sûrî Tê Kuştin


Leşkerê Rûsî di daxûyaniyekê de ku îro roja Duşemê hatiye weşandin dide zanîn ku leşkerekî wan li Sûriyê di şerekî de li hember çekdarên DAIŞê hatiye kuştin.

Wezareta berevaniya Rûsî di daxûyaniya xwe de dibêje leşkerê bi navê Artyom Gorbunov li nêzîk bajarê dîrokî Palmêra (Tedmor) di êrîşeka li dij çekdarên DAIŞ'ê de hatiye kuştin.

Daxûyanî zelal dike ku Artyom Gorbunov roja Pêncşma borî hatbû kuştin dema, leşkerên Rûs alîkariya leşkerê Sûrî dikir jibo cardî vegerandina bajarê Palmêra.

Kuştina Gorbunov dibe hejmara 28an ya qurbaniyên Rûsiya li Sûriyê piştî sala 2015an piştevaniya leşkerî daye Hikûmeta Başar Asad.

Li aliyekê din, Hêzên Sûriya Demokratroja "HSD"ê, roja Duşemê radigihîne ku wan riya sereke ya di navbera Reqqa û Dêrezorê de, bi temamî xistiye jêr kontrola xwe.

Hêzên Sûriya Demokrat ji aliyê Amerîka ve tên piştevnaîkirin, ji şervanên Kurd, Arab û kêmaniyên li herêmê pêk tê.

XS
SM
MD
LG