Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Hevpeymaniya bi Serokatiya Amerîka bi Perçekirina Sûriyê Tawanbar Dike


Vasily Nebenzya nûnerê Rûsya li NY
Vasily Nebenzya nûnerê Rûsya li NY

Ajansa Rûsî ji Moskow ragihand ku, balyozê Rûsya li Netewên Yekbûyî roja Çarşemê, hevpeymaniya navnetewî ya bi serokatîya Amerîka bi hewildanên perçe kirina Sûriyê tawanbar dike.

Balyoz dide zanîn ku, hewildan hene bi rêya avakirina herêmên Otonom yên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin Sûriyê bihê perçe kirin.

Ajansa Reuters li gûr ajansa Rûsî dibêje, nûnerê Rûsya li NY, Vasily Nebenzya gotiye, hevpeymanî hewil dide rewşa ekonomî bi komîtên nû yên li wan herêman bide çareser kirin, ne bi rêya hikûmeta Sûrî.

Li gûr ajansan nûner Nebenzya gotiye"Ya ku hevpeymanî dike gehiştiye wê astê ku, bi zelalî pêngavên perçe kirina Sûriyê tên avêtin".

XS
SM
MD
LG