Rûsya roja Pêncşemê ew raportên rojnamegerî red kirin, yên ragihand bûn ku, di êrîşeke çekdarên opozisyona Sûrî de, ya roja 31 Kanûnê bo ser bingeha Himêmîm 7 firokên Rûsî hatine têkbirin.
Ajansa TAS li gûr wezareta berevaniya Rûsya ragihand ku, ew raport ne rastin yên ku, dibêjin, firokên wan di êrîşeke çekdarî de hatine wêrankirin, rojnama Kommersant ya rojane êvariya roja Çarşemê dabû weşandin ku, çekdarên opozisyona Sûrî 4 firokên cengê yên Sukhoi-24 û 2 firoke ji cûrê Sukhoi-35 S û firokek ji cûrê Antonov – 72, herwiha celbilxanek çekan jî hatîye têkbirin.
Raporta rojnama Kommersant dîsan babû zanîn ku, ew wêrankirina cebilxana çekan mezintrîn ziyanên leşkerî yên Rûsya bûn, li Sûriiyê ji dema sala 2015an dest bi derbeyên esmanî kirî bo ser armancên çekdarên tûndrê li Sûriyê, weke raport dibêje di êrîşê de herwiha 10 leşker birîndar bûne.
TAS li gûr wezartea berevaniya Rûsya radigihîne ku" raporta Kommersant ya derbarê wêrankirina 7 firokên Rûsî li bingeha Himêmîm çêkirîne û nerastin". Wezaret dibêje hêzên wan yên esmanî "jibo êrîşan di amadene".
Wezareta berevanî dibêje, ya ku qewimî 2 leşkerên Rûsî hatine kuştin dema çekdaran bi topên hawen bingeha leşkerî ya Himêmîm topbaran kirî, herwiha firokek Helîkopter ya ji cûrê Mi-24 roja 31î kanûnê li Sûriyê ket bû xwar.
Wek tê zanîn li meha bûrî Rûsya amadekariyên hebûna xwe li bingeha Himêmîm û bingeha deryayî li Tertos ragihand bû, herçende serokê Rûsya Vladimir Putin got bû, wan biryar daye hêzên xwe li Sûriyê kêm bikin.