Wezareta Berevanîyê ya Rûsya roja Yekşemê ragihand ku hêzên wê bajarokek li rojhilatê Ukraynayê bi dest xistine, dema ku hêzên Rûsî ber bi bajarê stratejîk yê Pokrovsk ve pêşve diçin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de got, hêzên Rûsî " Novohrodivka" ya li herêma Donetsk , ku 20 kîlometre dûrî bajarê Pokrovsk ye kontrol kirine.
Li gor daneyên fermî, berîya destpêkirina êrîşa Rûsyayê di Sibata 2022-an de, li bajarokê zêdetirî 14 hezar niştecîh hebûn.
Moskow vê havînê li herema Donetsk bi awayekî xurt pêşve çûye û hêzên wê niha nêzî navenda lojîstîkê ya serekî ya bajarê Pokrovsk dibin.
Tevî nişka ve, ku Kîevê di 6'ê Tebaxê de ketina nav axa Rûsya li herêma Kurskê da destpê kir, Moskow pêşveçûna li Donetsk didomîne.
Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Pêncşemê got ku armanca wî ya serekî wergiritina herêma Donbass ya rojhilat e ku Donetsk jî di nav de ye û îdia kir ku êrîşa Ukrayna li Kurskê ev yek hêsantir kiriye.
Jêder:AFP
Rûsya Dibêje Hêzên Wê Bajarokek Din li Rojhilatê Ukrayna Kontrol Kir
